Bil Bil Ü Gül
Bilbilê dilkul dinalî,
Her li ser dêmên gulê,
Gul çi zanî ku li ser kê,
Wer dinalî bilbile?
Pertewa dêmên sipî
Carek li dil ku ew nedî
Çend bikî qêrîn û zarî
Kî dizanî dil kule?
Dilgirê wek bilbilê
Herdem bi nalîn û girî
Girtiyê benda evînê
Dil li benda sunbile.
Dilbijê bê çare çibkî
Bil ji qêrîn û girî
Ê di benda dil revînê
Kî dizanî bê dile?
Ev xem û derd û elem
Ku min di dil de pir civîn
Tev ji pêt û pertewa
|ŞORN;aha bi tac û sunbile
Ew kesê sewdan li ser
Naçî rêza dilgiran
Her çiqasî ew bi gazî
Rengê dengê zengile
Ger ji dêmên sorgulî
Pertew nedî nêv can û dil
Nakevî nêv bend û dava
Zulfê mest û fulfile
Ez di benda dilrevayê
Tîr ji birhan têne dil
Lêw me dil herdem bi destê
Nazika re|şorn;-kakile
Ew kesê carek diye
Derdê evînê wî bi dil
Jar û sergerdan û meste
Xwe|şorn; dizanî `mi|şorn;kile`
Pertewa dîdariyê
Ku mêxolî ez kirim
Lale|şorn;a min ser li ber
Danî li sîng û pa|şorn;ilê
Bûye çil sal ku cigerxwîn
Bû ji tîrên ebriwan
Lew me dermanê birînê
Lêv û sêvên paxile
)
Cigerxwn
Cigerxwn şiirleri
Cigerxwn - AZADXWAZ IM |
Cigerxwn - Bil Bil Ü Gül |
Cigerxwn - Ah Şériné |
Cigerxwn - Cigerxwin u Evin |
Cigerxwn - Jin U Hebun |